F Yakoub :
Mil bidin mil
Qurbana we bibim
Li ber xwe bidin
Roj hatiye hûn bernedin
Roniya çava ji we ra diyarî
Hûn serî hildin li himber neyarî
Ji kerb û kîna dil ji xefet û kul
Gazî we dikim mil bidin mil
Bê rûmet nebin li welatê xwe
Bê bext û neyar dikenin li we
Li ser destê min vaye xwîna min
Ji bo xaka min ji bo gelê min
Ji bo azadî ji bo ala min
Ji kerb û kîna dil ji xefet û kul
Gazî we dikim mil bidin mil
Ji bo xaka min ji bo gelê min
Ji bo azadî ji bo ala min
Mil bidin mil
F Yakoub
september 2012