عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Êşa Rojava - Nizamettin Ariç & Mizgîn Tahir


Kl:14,24 30|12|2012  Dengê kurd

Teyra Muzik û Fîlm Produksiyon, besta ku Nizamettin Ariç bi sernavê Êşa Rojava ji bo Kurdistana Sûriyê nivîsandiye tev videoklîpa wê pêşkêşî we dike.
30 Kanûn 2012 Yekşem 12:35

Pêşawayê mûzîka Kurdî a hemdemîn N. Ariç di vê xebata xwe da bi gelek nûjeniyan derdikeve pêş me.

Ew, tev Mizgîn Tahir a ku di mûzîka Kurdî da Soprana pêşîn a ku dengê wê perwerdekirî ye ra dûet dike.

Mûzîka klîbê, Aranjman, rêvebirî û montaja klîpê û qaydkirina mûzîkan di studyoya li Almanya da wî bixwe meşandiye. Ligel dengê wî, bi bikaranîna Tembûr û Cûrayê ve jî cardin piralîtî û xurtiya hûnera wî diyar dibe. Ligel helbesta Nezir Palo, Ariç di klîpê da di hin cihan da gotinên pêşiyan û gotinên bi şîret bikaraniye ku vê yekê jî videoklîp rengîntir kiriye. Ev yek di dîroka Vîdeoklîpên kurdî da şêwazeke nû ye.

Beşa yekemîn a mûzîkê wek mûzîka kevneşopî a kurdî da bi awayê yekdengî ye. Para duyemîn jî seranser bi pirdengî ye, û wek di mûzîka Nizamettin Ariç da tim diyar e bi kalîte, hemdemî û şiroveyek pisporane derdikeve pêş. Her wiha hesasiyet û germahiya di dilê hunermend da a ji bo welat û gelê me jî di seranserê berhemê da diyar dibe.

Em wek Teyra Produksiyon vê xebata vîdeoklîpa nû ku em lînka wê li jêrê destnîşan dikin, bi serbilindî pêşkêşî we dikin.

Teyra Mûzik û Fîlm Produksiyon / 30.12.2012 Almanya




جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان