عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Hozan Xelîl Efrînî : Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina Gelê Kurd (YPG)



Hozan Xelîl Efrînî : 


Beşa Duyemîn(2)
*Rewşa Rojavayê Kurdistanê di raportên Financial Timesê de.

Li gorî nûçe û raportên rojnameya Birêtanî ya derbarê rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, gelek nêzîkbûnên babetî ji doza rewa ya wê perşeyê re heye û gelek bi hûrgilî rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê dişopîne.
Di nûçeyeke xwe de, dibêje ku piştî derketina aloziya Sûriye û lawazbûna desthiladariya rêjîma Esed li bakurê wî welatî(Rojavayê Kurdistanê) û berferehbûna şer û pevçûnên di navbera artêşa azad û ya rêjîmê de, rêjîma Esed neçar bûye ku hêzên xwe ji bakurî wî welatî(Rojavayê Kurdistan)ê paşvevekişîne û piştre jî ew navçe ji aliyê herdû aliyên Kurdî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Nîştimanî Kurdî li Sûriyê(ENKS) ve birêve diçe.

Ev tê wê wateyê ku hiunek aliyê ragihandina cîhanî dixwazin rastiyên ku li Rojavayê û Sûriye rewşa heyî bi şêwayekî raste rast tê şirovekirin û nîşandian.
*Nîgeraniya Tirkiye ji Rewşa Rojavayê Kurdistanê
Li gorî raporteke Financial Times ku wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawuoglu nîgeraniya xwe li hemberî rewşa Sûriyê aniye ziman ku Tirkiyê ji berê zêdetir ji rewşa Kurdan ditirse û bi taybet piştî bihêzbûna PKK`ê û berferehtiya aloziyên di herêma Rojhilata Navîn de ku PKK`ê ji wê sûd werdigire nîgeraniya Tirkiye gelek zêdebûye.

Lê li hemberî wê yekê, çavdêrên siyasî wiha nêrînên xwe tênin zimên û dibêjin ku di rastiyê de, PKKê sûdeke bê wêne ji rewşa Rojhilata Navîn wergirtiye, çira..? Ji ber ku dikarî bi awayekî zelal rastiya pêşeroja siyaseta navçeyê û ya civata navneteweyî binirxanda û dikarî şiroveyên zanistî û rasteqînû bikira taku li hemberî her pêşkeftin û pêşveçûnekê amadebe ku çawa li gorî wê pêngavan bavêje.
Lê derbarê hebûna hêzên PKKê, her kes dizane ku li Rojavayê Kurdistanê hêzên YPGê hene û ew jî bi giştî ji ciwan û lawên Efrîn, Kobanî, Dêrik û Qamîşlo û Amûdeyê ne. Hebûna PKKê hêz û rêxistina PKKê nine, lê ruhê Apocîtiyê heye û gelek bilind e. Her weha ev jî naye wê wateyê ku rêxistina PKKê di Rojavayê Kurdistanê de ye. Weku çawa li hinek cih û deverên Rojavayê Kurdistanê wêneyên Nemir Mila Mistefa û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Mam Celal radikin, gelek normale ku wêneyên serokekekî ku di destê neyaran de, dîlhatiye girtin rakin û bi bîrbînin.

*Desteya Bilind a Kurdî wê hêzên YPG’ê li stuyê xwe bigre
Ez di wê baweriyê de me, Desteya Bilind a Kurdî wê hêzên YPG’ê li stuyê xwe bigre ji ber ku ew hêz bûye hêzeke profêsînal û pêwîstiya gelê Kurd bi wê hêzê heye, weku me guhdar jî dikir ku çendîn car, belavok ji alyê serleşkeriya YPGê ve derdiketin taku Desteya Bilind a Kurdî wan li stuyê xwe bigre, lê mixabin, ew pêngav ji aliyê Desteya Bilind ve gelek derengket. 
Her weha ev cara yekemîn nîne ku hikûmeta Tirkiye neyartiya Kurdan dike, bi berdewamî hewil daye ku rewşa Kurdsan li her aliyeke Kurdistanê aloztir bike û her destkeftekî ku di xizmeta gelê Kurd de be, binpê û rêgirî lê bike.

Weku çavdêrên siyasî jî dibêjin ku dewleta Tirkiye ji ber xwe ve û bi bê beranber alîkariya artêşa azad nake, lê ew bi mebesta bikaranîna artêşa azad li dijî gelê Kurd alîkariyê pêşkêşî artêşa azad dike. Ji aliyeke din ve, hebûna Hêzên Yekîneyên Parastina Gel li Rojavayê Kurdistanê bûye astangiyek ji Tirkan re, çira..? Ji ber ku bi hebûna artêşekî Kurdî, ecnîdeyên hikûmeta Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê lawaz dibe û êdî nikare weku pêwîst ecnîdeyên xwe bikarbîne.

*Gelo Tirsa Tirkiye Ji avakirina hikûmeteke bi desthiladariya PYDê ye..?
Lê gorî nivîseke rojnamevan û nivîskarê Tirkî yê bi navûbang, Mistefa Akyol ku di rojnameya Huriyetê de nivîsiye û di heman demê de, di rojnameya Dax bîlad ya Holandî de jî hatiye weşandin ku tê de dibêje hikûmeta Tirkiyê pir cedî ji rewşa navçeyên Kurdî yên li Sûriyê ditirse, her weha nîgeraniya hikûmeta Tirkiyê ji damezrandina (Kurdistana Sûriyê) ye ku bi serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD)ê be.
Li gorî çavdêrên siyasî jî ku ev pêngavên girîng ku li Rojavayê Kurdistanê tên avêtên, tirsa Tirkiye ne PYDê ye, ew ji sedema hebûna hêza Yekîneyên Parastina Gel(YPG)ê ye, ji ber ku îro di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, ji bilî hêza serbazî tu hêzeke siyasî an jî dîplomasî nikare parastina xelik û şêniyên sivîl bikin, ji ber ku rewşa Sûriye gelek tevlîhevbûye û ji jêr desthiladariya rêjîma Esed û ya artêşa azad jî derketiye û êdî her navçeyek, pêwîste xwe bi xwe biparêze taku bikaribin jiyana xwe ji metirsiyê rizgar bikin.
Ev tê wê wateyê ku weku çawa ji navçeyên Ereban re artêşa azad pêwîst e, wê demê ji Kurdan re jî hebûna hêzên YPGê girîng û pêwîst e.

Hozan Xelîl Efrînî
14-10-2012
01,1315|10|2012





جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان