F Yakoub
Gaziya dil
Hewar û gaziya dilê min
Li bihara Erebî
Di xwazim serbikevim
Rûniştî li bin dara bî
Carna serî hildidim
Ji Şerma û ji fedî
Dibe ez werim şûştin
Ji gunehên bê dawî
Çavên te da di bînim
Rengê biharek cemidî
Pelên gula di werin
Mane bê kes û xwedî
Li Qahîra û Istanbol ê
Vedigerim ez dest vala
Li Tehran ê pişt germ
Dikim qinyeta dila
Li Hewlêr û Qamişlo
Nikarim bêjim bila
Hewar û gaziya dilê min
Tê ji hemî alî û mila
Gelê min ê belengaz
Dinalê ji êş û kula
Li meydanê bê xwedî
Loma dikim ji filla
F Yakoub
september2012