عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Derewderxistina nûçeyeke ANF‏


  Kl:12,38 16|10|2012  Dengê kurd

AVESTA KURD - Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Kurdistanê Samî Ergoşî diyar kir ku tu bingehek ji nûçeya ANF (Ajansa Firat ya Nûçeyan) re tune ye 

Ergoşî bersiva pirseke rojnameya Xebat da û got, tu bingehek ji nûçeya Ajansa ANF ya nêzîkî PKK re tune ye.

Ajansa nûçeya ANF roja 09.10.2012 nûçeyek belav kir û têde destnîşan kir ku civîneke nehênî li Hewlêrê çêbûye û têde berpirsiyarên herêma Kurdistanê, dîplomatên Tirk, emerîkî, îsraîl û hinek partiyên rojavayê Kurdistanê amade bû ne. Li gora nûçeya ANF di wê civînê de biryar li ser rojavayê Kurdistanê hatiye standin.

Samî Ergoşî, ev nûçeya ANF bêbingeh derxist û ji rastiyê dûr bi nav kir.

Ergoşî got: Bi tu şêweyan civîneke wiha li herêma Kurdistanê çênebû ye. 

Samî Ergoşî berdewam kir û got, berê di bin serpereştiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi şêweyekî eşkere û li pêşberî medyayê civînek ji bo partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hate çêkirin û di encamê de Desteya Bilind ya Kurd hate damezirandin.

Di derbarê wan "Belgeyan" de ku ligel nûçeyê hatibû weşandin, Ergoşî got: Ev bi temamî hatiye durustkirin û sexte ye û bi riya teknolojiya teze hatiye durustkirin. 

Di dirêjiya daxuyaniya xwe de, Ergoşî diyar kir ku siyaseta herêma Kurdistanê eşkere ye û ew jî ewe ku herêma Kurdistanê ligel her biryarekê ye ku xelkê Sûriyê niha û di dema pêş de bide.

AVESTA KURD



جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان